ÎranNûçeRojhilatanavin

Soza welatên derveyî OPEC`ê ji bo kêmkirina berhemanîna niftê

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê qala soza welatên derveyî OPEC`ê li bara kêmkirna asta berhemanîna niftê kir.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê Bîjen Namdar Zengine roja şemiyê li Viyenê li nav koma nûçegihanan ragihand: Welatên derveyî OPEC`ê dê kêmkirina berhemanîna niftê ji destpêka Çileya 2017`an va dest pê bikin.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê ev lihevkirina ji bo welatên endam û welatên derveyî OPEC`ê dîrokî da zanîn û her viha got: Li bara asta deqîq a kêmkirina berhemanîna niftê ji alioyê welatên derveyî OPEC`ê ti hevhatinek pêk nehatiye.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê her viha got: Hemî welatên ku li civîna Saziya Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) beşdar dibin, amadetiya xwe ji bo piştgiriya ji vê saziyê ragihandine.

Wezîrên nift û ênêrjiyê yên welatên endam û derveyî OPEC`ê bi armanca gotûbêja li ser aramkirin û ragirtina bihayê niftê li bazarê li Viyena paytexta Otrîşêî li hev dicivin. 12 welatên derveyî OPEC`ê beşdarî vê civînê dibin.

Berî viya endamên OPEC`ê roja 30`ê Mijdara 2016`an li sed û heftî û yekemîn civîna xwe li Viyenê li hev kirin ku rojê miliyonek û 200 hezar bermîlî ji asta berhemanîna xwe kêm bikin da ku asta jorîn a berhemanîna nifta OPEC`ê bigihêje 32.5 miliyon bermîlî di rojê da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu