Dewleta Spanyayê êrişa Erebistana Siûdî ser merasimekê li Senaya paytexta Yemenê û kuştina welatiyên yemenî şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya dewleta Spanyayê ku îro duşemiyê hat weşandin hatiye ku jibo bûyereke wisa, pêdivî ye hin lêkolîn cih werin da ku berpirsiyariya van êrişana li Yemenê zelal bibe.
Dewleta Spanyayê li vê daxûyaniyê serxweşî gote malbatên goriyên vê bombebaranê li Yemenê û daxwaza destpêkirina muzakirên aşitiyê jibo peydakirina rêçara siyasî li Yemenê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)