NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên Erebistanê ser Yemenê

Li encama êrişên Erebistanê ser bakurê Yemenê herîkêm 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  li encama vê êrişê ku îro yekşemiyê ser navça  Şedayê li parzêgeha  Sedê pêk hat bi dehan avahî  kavil bûn. Halê hin birîndaran xirab e.

Bajarê Baqimê li parêzgeha Sedê jî ket ber êrişên  balefirên cengê.

Tê gotin balefirên  cengê yên Erebistanê li hin navçên  bajarê Baqmê bombeyên  xûşekî bi kar anîn.

Di eynî demê de bi hezaran kes ji xelkê Senayê paytexta Yemenê îro  yekşemiyê bereberê jidêbûna  Resûlê giranqedr ê Îslamê Hezretê Muhemed (S) li navenda  bajêr kom bûn û dewama  destdirêjî û dorpêçkirina  Yemenê  şermezar kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu