Spasiya komên berxwedana Filistînê ji Îranê
Rêberên komên berxwedana filistînî li Şamê li hevdîtina bi Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê erebî û Efrîqayê yê wezîrê karên derve yê Îranê, pesna piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Filistîn û Qudsê dan.
Rêberên komên berxwedana filistînî li Şamê, çarşemiyê şevê li vê hevdîtinê bal kişandin ser komplo û xeterên ku li saya krîzên navçê gefê li Filistînê dixwen û mixabiniya xwe li bara hevkariya hin welatên erebî tev planên siyonîstî-emerîkî da diyar kirin ku dixwezin mesela Filistînê weke mijara bingehîn a cîhana Îslamê bixin perawêzê.
Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê erebî û Efrîqayê yê wezîrê karên derve yê Îranê jî xalên weçerxanê yên alugur û pêvajoyên sedsalî yên vê dawiyê li navçê û ewraz û nişîvên mesela Filistînê xistin rojevê û diyar kir: Îro rojê dewreke nû ji koployên dijminên li dijî gelên navçê û Filistînê tê dîtin.
Huseyn Cabêriyê Ensarî, tekez kir: Jibo dewama rê divê bala xwe bidin ser berxwedana gelên navçê û serketinên wan ên kêmînak ên hêzên berxwedanê li çar dehekên piştî serketina Inqilaba Îslamî li kêleka komployan ku bikaribin riya xwe li nav alugurên niha bi durustî kivş bikin.
Rêber û nunerên grûpên tevgera Cîhada Îslamî, bereya gel jibo azadiya Filistînê, bereya Demokratîk jibo azadiya Filistînê, bereya gel jibo azdaiya Filuistînê, fermandehiya giştî, tevgera rizgariya neteweyî ya Filistînê-Fetha Întifazê, bereya şerê gelanî yê Filistînê, bereya rizgariya Filistînê û koma Bruskê li hevdîtina tev Husen Cabêriyê Ensarî beşdarî kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)