FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Spasiya komên berxwedana Filistînê ji Îranê

Rêberên komên berxwedana filistînî li Şamê li hevdîtina bi Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê erebî û Efrîqayê yê wezîrê karên derve yê Îranê, pesna piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Filistîn û Qudsê dan.

Rêberên  komên berxwedana  filistînî li Şamê, çarşemiyê şevê li vê hevdîtinê bal kişandin ser komplo û xeterên  ku li saya  krîzên  navçê  gefê li Filistînê dixwen û mixabiniya xwe li bara  hevkariya  hin welatên erebî tev  planên siyonîstî-emerîkî  da diyar kirin ku dixwezin  mesela Filistînê weke  mijara bingehîn a cîhana Îslamê bixin  perawêzê.

Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê erebî û Efrîqayê yê wezîrê karên derve yê Îranê jî xalên weçerxanê yên alugur û pêvajoyên  sedsalî yên vê dawiyê li navçê û ewraz û nişîvên  mesela Filistînê xistin rojevê û diyar kir: Îro rojê dewreke  nû ji koployên  dijminên  li dijî gelên  navçê û Filistînê tê dîtin.

Huseyn Cabêriyê Ensarî, tekez kir: Jibo dewama rê divê bala xwe bidin  ser berxwedana  gelên navçê û serketinên  wan ên kêmînak ên hêzên berxwedanê li çar dehekên piştî serketina Inqilaba Îslamî li kêleka  komployan ku bikaribin riya xwe li nav alugurên  niha  bi durustî kivş bikin.

Rêber û nunerên  grûpên  tevgera Cîhada Îslamî, bereya  gel jibo azadiya Filistînê, bereya Demokratîk jibo azadiya Filistînê, bereya gel jibo azdaiya Filuistînê, fermandehiya  giştî, tevgera rizgariya neteweyî ya Filistînê-Fetha Întifazê, bereya  şerê gelanî yê Filistînê, bereya rizgariya Filistînê û koma Bruskê li hevdîtina tev  Husen Cabêriyê Ensarî beşdarî kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu