Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji endamên kongira Emerîkayê ji ber protestokirina biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY ya li dij çêkirina bajarokan ji aliyê Siyonîstan, spasî kir.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê Filistîn El-Yewmê, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji kongira Emerîkayê ji ber protstokirina biryarnama li dijî çêkirina bajarokên siyonîstan spasî kir.
Binyamîn Netenyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li vê barê got: Endamên kongira Emerîkayê bi dijberiya li hember biryarnama Konseya Ewlehiyê piştgiriya wxe ji Îsraîlê ragihandin.
Wî got: Endamên kongira Emerîkayê ku dil hene biryarnama li dijî Îsraîlê li konseya ewlehiyê biguherin û eva armanca me ye.
Ez ji endamên kongirê û Emerîkayê spasiyê dikim.
Endamên parlemana nuneran a Emerîkayê pêştir biryarnameyek pejirandin ku pêşnumaya konseya ewlehiyê ya li dijî bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî şermezar dike.
342 nunerên emerîkî dengê Erê dane vê planê û 80 kesên din li hember wê derketin. Sê kesan jî dengê bêalî danê.
Ev biryarnameya ser piştgiriya Emerîkayê ji Rejîma Siyonîstî tekez kiriye û dixweze Waşengton li hember her cure kiryara ku li gorî vê biryarnamê yekalî û dijî Îsraîlê ye , dijberiyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)