ÎranNûçeRojhilatanavin

Spasiya Rûhanî û Larîcanî ji hewldanên Wezareta Îstihbarata Îranê

Serokê Komara Islamî ya Îranê û serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê spasiya hewldana Wezareta Îstihberata Îranê jibo parastina aramî û ewlehiyê û bêencamkirina gefan kirin.

 Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina wezîr, alîkar û rêveberên Wezareta  Îttilaata Îranê got: Parastina aramiya xelkê ji armancên  dewleta Îranê ye.

Rûhanî her wiha bal kişand ser rêketinnama navokî û destnîşan kir: Dijberên Komara Îslamî ya Îranê li mesela navokî li dû girtina pêşiya bidestxistina zanist û teknolojiya navokî û zexta ser gelê Îranê bi mehna  bernama navokî bûn.

Rûhanî destnîşan kir: Îranê li mijara rêketinnama navokî bi rênimûniya  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û piştgiriya xelkê li zansit û teknolojiyê û bazara cîhanî ya enerjiya navokî hizûra xwe selimand.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir:  Wezareta  Îttilaata Îranê çawa ku li cihhatian rêketinnama navokî rola xwe hebû divê li behrewergirtinên aborî ji encamên rêketinnama navokî jî rola xwe hebe.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî jî li hevdîtina tev alîkar û rêveberên  Wezareta Îtileata Îranê, xebata vê asziyê li warê lêzanînan, erênî nirxand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu