Di navbera helahelayên Amerîkayê bi mehneya ceribandina mûşekî ya Îranê, van rojan hin nûçe jî ji şêxnişînên biçûk ên dorhêla Kendava Farsê tên bihîstin ku fikir dikin dikarin ji vê ava qirêj û lay ku Trump ji wan ra çêkiriye, masiyan bigrin.
Roja şemiyê i halekî ku nûçeya yekem a gellek ji mêdyanan li bara nirxandina gengeşe û nîqaşa navbera Amerîka û Îranê bûn, wezîrên karên hundir ên Erebistan, Behrêyn, Misr û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) hevrê digel sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban li Ebuzebiyê li hev civiyan da ku civînekê bi armancên dijî Îranê li dar bixin. Beşdarên li vê civînê îdia kirin ku Îran siyasetên tayfeşopiyê girtine ber xwe û li karên welatên navçeyê destê xwe werdide.
Yekem xala ku li vê mijarê bala mirov dikişîne, helahelaya ji bo niximandina projeya tayfeşopiyê ye ku Erebistan bi sala e wê sergêriyê dike. Rastî ev e ku welatên ereb ên navçeyê bûne goriyên tevlihevî û nearamiyê ku encama siyaseta tayfetiyê ya Erebistanê. Lê Erebistan li vê projeya duberetîçêker da tenê nîne belki tam hevgava planên siyonîstan li navçeyê ye. Di rastiyê da tiştê ku di salên vê dawiyê da ji Efxanistanê bigir heta Iraq û Sûriyê qewimî û bû sebeba şer û kêşeyên qewmî û zêdegaviya ji cûreya tevgerên tekfîrî û wehabiyetê, bi nîşana siyasetên tayfetiyê yên Erebistanê bûne. Şêwaz û cûreyên guhertinên navçeyê nîşan dide ku Erebistan li paş perdeya gellek ji tevgerên zêdegav û tayfetiyê li navçeyê ye. Elbete Erebistan armancên taybet dişopîne ku armanca herî sereke berfirekirina hêjomoniya Alê Siûd li navçeyê ye. Erebistan ji dema ku Înqilaba Îslamî ya Îranê bi ser ket û siyaseta du stûnî ya Amerîkayê li navçeyê hilweşiya; derbasî fazeke teze li danûstandinên siyasî û leşkerî yên navçeyê bû ku ji riya dewletçêkirinê li şêxnişînên biçûk ên navçeyê û girêdayîragirtina wan bi hêjomoniya Erebistanê tê şopandin. Stratijiya Erebistanê li vê tevgerê pêkanîna kêşe û duberetiyê li peywendiyên welatên erebî yên dorhêla Kendava Farsê digel îranê ye. Ev stratijî niha bi têkçûna siyaseta êrîşker a Erebistanê li Yemen û Sûriyê tûşî pirsgirêkê bûye. Lewma Riyaz neçar e ku bi siyaseta helahelayê Îranê wek hokareke nearamker li navçeyê bide zanîn. Erebistanê bi vê armancê îdeya cemserîkirina navçeyî li çarçova tevgerin mîna plana damezirandina Yekîtiya Konseya Hevkariya Kendava Farsê hilêxistiye. Tevî hebûna van tevgeran, lê Erebistanê hîn jî li bara siyasetên Trump li navçeyê û bi taybet li bara nêrîna Waşîngtonê li ser rola Erebistanê nirxandineke ji sedî sedê tine. Bi nêrîna Erebistanê eger dewleta Trump hema wisa helwêstên xwe yên zêdegavî û tundrêtiyê bidomîne di rastiyê da rê daye ku Erebistan jî di ciyê ku fikir dike zêdetirîn serdestî û desthilatdariya xwe heye; şerxwazî û qeyransazî û tayfeşopuiya xwe bidomîne. Lê ev derfet dê ji bo Erebistanê gellek neyê domandin;, Çimku pirsgirêka sereke ya Erebistanê pêkhateyek ji pirsgirêkên navxweyî û derveyî ye ku Riyaz xistiye ser durêyeke mezin. Yek ji van du rêyan dewama riya niha ye ku di dawî da dê Erebistanê ji hundir va têk bibe. Lê rêya duyem venihêrîna li siyasetên xwe bi nêrîna li berborî ye ku tebha bi vî awayî dê Riyaz bikare roleke kêrhatî li navçeyê bigire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)