CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Subhî Xindor: Helwesta Trump a dijî Îranê, daxwza Sîyonîzma cîhanî ye

Rêvebirê Navenda Gotûbêja Ereban li Waşîngtonê pêgirî kir ku sîyasetên bikîn ên Serokomarê Amerîkayê dijî Îranê, daxwaza Sîyonîsma cîhanî ye.

Ligorî rapora Televîzyona Al Alamê, Rêvebirê Navenda Gotûbêja Ereban li Waşîngtonê Subhî Xindor got: Sîyasetên bikîn ên Serokomarê Amerîkayê dijî Îranê, cihanîna daxwaza Sîyonîsma cîhanî ye.

Wî herwiha got: Trump tam nêrîn û istiratêjîya Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst himberî Îranê cih tîne û sîyaseta wî tu têkilîyek bi daxwaza navendên biryarder ên li Waşîngtonê re tineye.

Rêvebirê Navenda Gotûbêja Ereban li Waşîngtonê pêgirî kir ku Trump ji dema hat ser desthilatê ve, gêresazîya dijî Îranê bi awayekî berebere destpê kir.

Subhî Xindor herwiha got: Tu rêyek jibo şirovekirina sîyaseta nika ya Amerîkayê ya dijî Îranê tineye bilî wê ku em bêjin ew sîyaseta cihanîna daxwaza Israyîlê û helwesta nijadperestane ya Trump e.

Rêvebirê Navenda Gotûbêja Ereban li Waşîngtonê di dawîyê de got: Mixabin em dibînin ku ji ber bandora gotinên nijadperestane yên Trump, êrişên dijî misilmanan û heta cihûyan li Amerîkayê zêde bûne û ew tam bi dû cihanîna sîyasetên bi dilê Sîyonîsmê ye.

Başa dön tuşu