IraqNûçeRojhilatanavin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê: Hêlên berevaniyê yên DAIŞ`ê hatin têk şikandin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê pêvajoya şerê li hember grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li mêhwera Felûceyê sê rojan piştî destpêkirina opersyonê şirove kirin û gotin: Qonaxa ewilî ya opersyonê ku têkşikandina hêlên berevaniyê yên DAIŞê li hemî 6 mêhwerên opersyonê bûye bi dawî hatiye û qonaxa dudiyan a plana opersyona azadkirina Felûceyê jî destpê bûye .

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê gotin ku şerê bi DAIŞ`ê re li mêhwera opersyonê ya Felûceyê şerekî rêkûpêk nîne belkî şer bi grûpkeke cnayetkar re ye û se vê esasê plana vî şerê di destpêkê de têkşikandina hêlên berevaniyê yên DAIŞ`ê li hemî mêhweran bûye ku bi serketin cih hatiye .

Li gorî gotina rayedarên ewlehiyê yên Iraqê, bombebarana hêzên esmanî yên Iraqê û helîkopterên artêşê û topxane û agirbara teşkîlta gelanî ya El-Heşdê El-Şebî bêyî rawestan di dirêjahiya şevê de li dijî meqerên DAIŞê li hemî derên vê mêhwerê didome.

Li gor vê daxûyaniyê polîsê navendî yê Iarqê 11 gund li beşa Keremeyê hatine azadkirin û li bendê ne ku azadiya bajarê Keremeyê jî bi zûtirkê were ragihandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu