Wezareta karên derve ya Sûriyê raghand: Komên terorîstî duh danê sibê di dewama binpêkirina agirbesê li navçên kêm kêşe, bi çekên curbicur êriş kirin ser hêzên artêşa Sûriyê li derdora bakurê parêzgeha Hemahê.
Wezareta karên derve ya Sûriyê destnîşan kir: Artêşa vî welatî li hember sûçên komên terorîstî û kesên ku ji wna piştgiriyê dikin, bêdeng namîne û ser mafê xwe bona berevaniya ji yekperçetiya erdê Sûriyê û parastina ewlehî û tendrustiya welatên wê teqez dike.
Li pêvajoya bêencamkirina êrişa terorîstên bereya El-Nusre ser meqerên artêşa Sûriyê li derdora bakurî, 32 terorîst ji aliyê hêzên sûrî ve hatin kuştin.
Erkantiya giştî ya artêşa Sûriyê jî raghand: Kêmbûna pevçûnê li hin navçên vî welatî nayê wateya teslîmbûna li hember terorîstan û hêzên sûrî şerê xwe li bereyên mayî bidomînin û her cure êrişa ji aliyê terorîstan dê rastî bertekeke giran were.