NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Artêşa Tirkiyeyê çekan dide terorîstan

Nûnerê Sûriyeyê yê Daimî yê Neteweyên yekbûyî Beşar Caferî got, Artêşa Tirkiyeyê li herêma Helebê embarên leşkerî çêkirine û ji wê derê çek û cebilxaneyê dane terorîstan.

Caferî name ji Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki Moonî û Serokê Konseya Elwehiya NYyê Ramlan Bin Îbrahimî re şand di wan de got: “Har çavdêrkirin ku 1ê Tebaxê yekîneyên Tirkiyeyê derbasî axa Sûriyeyê bûn. Ev yekîne çûn herêma Biqahê ya bakurê Helebê bi cih bûn û li wê derê embarên leşkerî ava kirin. Ji van embaran çek û cebilxane hatin şandin bo Artêşa Fetih, Ehrar El-Şam û Nusrayê”.

Herwiha Caferî teqez kir ku moşek û gule ji yekîneyan re ji Tirkiyeyê tên dabînkirin û hat dîtin ku karwan ji sînorî derbas bûn ku terorîst di wan de bûn.

Ji aliyekî din ve, Caferî wiha dewam kir: “Sûriye bang dike ku zor û fişar li Tirkiyeyê bê kirin ta ku sînorên xwe li ber van terorîstan bigire û dest ji çekdarkirina van koman berde”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu