NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Bêpabendbûna Tirkiyê tekane astenga li pêşiya pêvajoya aştiyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîkdad di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxuyaniyek da û got, “Yekane astenga li pêşiya pêvajoya aştiyê, bê pabendbûna Tirkiyeyê ye. Tenê pirsgirêka ku em pê re rû bi rû dimînin ev e.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad ji Sputnikê re ragihand, yekane astenga li pêşiya rawestandina proseya aştiyê ya Sûriyê di çarçoveya Astanayê de, nepabendbûna aliyê Tirkiyê ye.

Li gorî nûçeya Sputikê, Mikdadê ku di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxuyanî da, ev daxuyanî bi kar anî.“Em ji aliyê Tirkî daxwaz dikin ku di pêvajoya Astanayê de ji bo bicihanîna sozên ku hatine lihevkirin cidîtir bin. Yekane astengiya li pêşiya pêvajoya aştiyê jî, bê pabendbûna Tirkiyeyê ye. Tenê pirsgirêka ku em pê re rû bi rû mane ev e. Lê em di wê baweriyê de ne ku hewldanên dostên me yên Rûs û Îranî dê berdewam bin.”

Mikdad anî ziman ku pêvajoya Astana heta niha “tenê pêkhateya bikêrhatî ye ku li ser erdê serketî bû” û “ji gelek aliyan de bi serketî bû”.Wezîrê Sûriyê da zanîn ku di hefteya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ti têkilî û hevdîtin bi aliyê Tirkiyê re çênebûne. Mikdad got, “Tu danûstandin, ti têkilî, bi kêmanî tiştek li ser asta wezîrên derve nîne.”

Başa dön tuşu