NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê bikaranîna çekên Kîmyayî liparêzgeha Laziqiyê derew zanî

Wezareta karên derve ya Sûriyê Îniyê bi şev îdiaya hin welatên rojavayî û medyayên ser bi komên têrorîst der barê bikaranîna çekên Kîmyayî ji aliyê artêşa vî welatî li parêzgeha Laziqiyê derew zanî.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Ev helahelaya medyayî ya birêxistinkirî û belavkirina derewan hewildaneke bêencam ji aliyê Amerîkayê va jibo nixûm,andina cinayetên têrorîstan li Idlibê û derengxistina pêşdaçûna artêşa Sûriyê li vê navçeyê ye.

Amerka û medyayên ser bi komên têrorîst roja 19ê Gulanê îdia kirin ku dewleta Sûriyê li aliyê Laziqiyê li bakurê rojavaya vî welatî çekên kîmyayî bi kar anîne.

Nûçeyên sexte yên bikaranîna çekên Kîmyayî ji aliyê Şamê ve, hertim mehneyek jibo destwerdan û êrîşên leşkerî yên Amerîka û hevpeymanên wî welatî li ser axa Sûriyê û bombebarana binavahiyên leşkerî û abûrî yên vî welatî bûye.

Başa dön tuşu