CîhanEwropaNûçe

Li eyaleta Hawaîiya Amerîkayê hezar û 700 niştecihên herêmê hatin derxistin

Hat ragihandin ku ji ber agir, kevir û xaza jehrî ya ji çiyayê agirîn Kilauea yê li eyaleta Hawaîiya Amerîkayê dipijiqe, hezar û 700 niştecihên herêmê hatin derxistin.

Rayedaran diyar kir ku li herêma Leilani Estatesê 31 xanî hilweşiyane, 4 xanî di bin lawê de mane, ji ber hindê zêdetirê hezar û 700 kesî jî ji herêmê hatine xelaskirin.

Hat ragihandin ku agirê ku ji çiyê dipijiqe li herêma 36 hezar metreqereyî belav bûye, herwiha agir heta 61 metreyan bilind dibe û nayê zanîn wê heta kengê wiha dewam bike.

Tê gotin ku ji ber teqînên volqanîk erd qelişiye, ji erdê xaza bijehr û dûman bilind dibe.

Çiyayê agirîn Kilauea ji çiyayên volqanîk yên herî aktîf yek e, li çiyê ji sala 1983an vir ve teqîn çêdibin.

Law tirs û xofê dixin dilê însanan.

Başa dön tuşu