NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîye: Bila artêşa Tirkîyê ji axa Sûrîyê derkeve

Wezareta Karên Derve ji Konseya Ewlehîyê ya NY û sêkrêtêrê giştî yê vê sazîyê re got ku divê dewleta Tirkîyê dagirkerîya li axa Sûrîyê kuta bike.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê kiryara artêşa Tirkîyê li deverên bakûra wî welatî dagirkerî binav kirîye û ragihandîye ku dizê Tirkîye zûka dagirkerîya li axa Sûrîyê bidawî bîne.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê ji Konseya Ewlehîyê ya NY û serokê vê sazîyê xwesîtye ku li hemberî dagirkerîyên artêşa Tirkîyê li axa wî welatî pêngavê rake.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê dewleta Tirkîyê “ sedema kuştina bi dehan ewladên wî warî“ binav kirîye.

Artêşa Tirkîyê di 24`ê Tebaxa sala 2016`an da bi heceta tişta ku paqijkirina sînorên xwe û Sûrîyê ji têrorîstan binav kir ket nav axa Sûrîyê. Çavkanîyên herêmî li Sûrîyê dibêjin ku di encama dagirkerîya artêşa Tirkîyê li axa Sûrîyê da bi sedan kesên sivîl hatine kuştinê bi hezaran kes jî aware bûne.

Başa dön tuşu