AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Bila Washington fişarê li Tirkiyeyê bike ji bo sînorên xwe li ber terorê bigire

Cîgirê Wezarîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Miqdad ragihand ku divê Washington hemû aliyên piştgiriya terorê dikin siza bike û xwest ku fişarê li Tirkiyeyê bike ta ku sînorên xwe li ber terorîstan bigire.

Miqdad ragihand ku meseleya beşdarbûna Qeter û Erebistana Siûdî di civînên Astanayê de dê were nîqaşkirin, gava ku dest ji piştgiriya terorê berdin û teqez kir ku divê Washington hemû aliyên piştgiriya terorê dikin siza bike.

Wezîrê sûrî Miqdad diyar kir ku divê Washington jidilî û viyana xwe destnîşan bike ji beşdarbûna di çareseriyên pêşniyarkirî de.

Rayedarê sûrî  derbarê beşdarbûna DYAyê di civîna Astanayê de ji Meyadînê re teqez kir ku çi aliyê bixwaze bi dilsozî kêşeya Sûriyeyê çareser bike, dikare beşdarî civînan bibe lê divê rêzê ji serweriya Sûriyeyê re bigire, şerê terorê bike û ambargoyê rake. Herwiha Miqdad ji Wahsingtonê xwest ku rê li ber piştevaniya terorîstan bigire û fişarê li Tirkiyeyê bike ta ku sînorên xwe li ber terorîstan bigire û hemû aliyên piştgiriyê didin terorê siza bike, Erebistana Siûdî û Qeter jî di nav de.

Derbarê beşdarbûna Qeter û Erebistana Siûdî di civînên Astanayê de, Miqdad teqez kir ku çi kesê piştgiriyê bide terorê, dê nikaribe beşdarî civînan bibe û wiha dewam kir: “Bila Qeter û Erebistana Siûdî dest ji piştgiriya terorê berde, em ê wê meseleyê nîqaş bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu