AsyaCîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: “Delîlên ku Enqere û Washîngton piştgiriya milîtanan dikin hene”

Berpirsekî paye bilind ê artêşa Sûriyeyê ragihand delîlên ku Enqere û Washîngton di nav axa Sûriyeyê de piştgiriyê didin milîtan û grûbên radîkal hene.

Berpirsê çapemenî yê artêşa Sûriyeyê Samir Suleyman di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Amerîka piştgiriya rêxistina terorîst a DAIŞê dike. Delîlê ve yê herî mezin jî ev e ku Hêza Hewayî ya Amerîkayê li herêma Dêra Zorê êrişî çeperên artêşa Sûriyeyê kirin. Lewra ev bûyer bû alîkar ku rêxistina terorîst a DAIŞê êrişa balafirxaneyeke leşkerî bike. Samir Suleyman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tirkiye jî çek û teqemeniyê ji grûbên terorîst re dişîne û ji bo milîtan li hemberî artêşa Sûriyeyê serkeftî bin wan perwerde dike. Di rastiyê de dema artêşa li bajarê Helebê an jî li herêmeke din şer dike heke ne rasterast be jî tê wateya ku bi Tirkiyeyê re şer dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu