NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê: Em federaliyê qebûl nakin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mu’ellim di derbarê avakirina Kurdistanê de axivî.

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand ku ew amade ne li gel Kurdan danûstendinan berdewam bikin, lê bi ti awayî ew, ne federaliyê û ne jî cudabûnê qebûl nakin.

Welîd El-Mu’ellim ji kenala Russia Today re ragihand, ku Kurd pêkhateyeke Sûriyê ne û Hikûmeta Sûriyê amade ye danûstendinan li gel wan berdewam bike.

Welîd el Mu’ellim got jî hikûmeta Sûriyê rijd e li ser vegerandna deverên rojhilatê feratê.

El-Mu’ellim got: “Em amade ne, danûstendinê li ser mafên rewşenbîrî û ziman bikin, lê em bi ti awayî ne federalî û ne cudabûnê qebûl nakin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê ew yek jî eşkere kir, ku şanda vê dawiyê ya MSDê dema serdana Şamê kiribû, ji Hikûmeta Sûryê re tekez kiribû ku ew federaliyê û perçebûna Sûriyê naxwazin.

Başa dön tuşu