NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Em ji êrîşeke muhtemel a Tirkiyeyê re amade ne

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî bi temamî ji êrişên muhtemel ên Tirkiyê û komên girêdayî wê re amade ye.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta şerê dijî terorîstan ev nêzî 2 sal û nîv e hebûna xwe ya leşkerî li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê didomîne.

Li gorî nûçeya roja çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a Sputnikê, Wezareta Berevaniya Sûriyê tekez kir ku artêşa Sûriyê bi zêdekirina liv û tevgera hêzên Tirkiyê li nav axa Sûriyê di 2 rojên dawî de, amade ye li hember her êrişeke muhtemel li ber xwe bide.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku xizmên gundê Tel Ziwan ê 15 kîlometre bakurê rojavayê bajarê Qamişlo bûne hedefa topxaneya artêşa Tirk û di encama êrîşê de welatiyekî Sûriyeyî birîndar bûye û gelek malbat jî koçber bûne.

Di demekê de ku Tirkiye îdia dike ku hebûna leşkerên wê li Bakurê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li gefên komên kurdî ye, Şam jî vê kiryarê weke dagirkerî dibîne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan berî niha gotibû, artêşa vî welatî dê li ser sînor dest bi operasyonên leşkerî bike û di demek nêzîk de biryar dê bê dayîn.

Başa dön tuşu