NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Em li bendê ne Tirkiye leşkerên xwe vekişîne

Nûnerê Sûriyê yê Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand ku piştî mekanîzmayên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ew hêvî dikin Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Beşar Caferî li Bakûyê beşdarî lûtkeya Tevgera Bêaliyan bû û di derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê yên li  Sûriyê axivî. Li gor nûçeya Sputnikê Caferî di axaftina xwe ya di vê civînê de ragihand ku ew hêvî dikin piştî mekanîzmaya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de, Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Herwiha Beşar Caferî diyar kir ku di çarçova proseya Astanayê de divê Tirkiyê çekên sivik bişanda ji bo kontol û çavdêriya Idlibê lêbelê Tirkiyê çekên giran û leşker şandin bo Idliê û bi vî awayî Tirkiyê peymana Asatanayê binpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu