IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstên Daişê serê 17 welatîyan li Hewêce bîrî

Rêxistina terorîstîya Daişê 17 welatîyên sivîl bi sûçê rê vekirina li ber revîna xelkê kirine li Hewêce sere wan birî.

Hat ragîhandin, dadgeha şerî ya Daişê hukmê ser birînê bi ser 17 welatîyên sivîl da sepand ku berî niha li Hewêce hatibûne girtin.

Doh roja Yekşembê jî hukmê dadgehê li ser wan 17 welatîyan li meydaneka mezin û li pêş çavên xelkê hatîye bicîhanîn.

Deverdarîya Hewîce û nawçedarîyên Reşad, Zab, Riyaz û Ebasî yên başûrê rojavayê Kerkûkê ji sala du hezar û çardê heta niha li jêr kontrola Daişê dane û heta niha sed û pêncî hezar welatî ji wan deveran berbi Kerkûkê revîyane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu