Sûriyê ji Iraqê xwest ku derbasgeha sînorî navbera her du welatan de veke
Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê li peyamekê bo hevtayê xwe yê iraqî, ji vî xwest ku bi hevkariya dualî,rewşê ji bo vekirina derbasgeha sînorî navbera her du welatan li parêzgeha Enbarê û bajarê Bûkemalê xweş bike.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê El-Ehrayê, Wezareta karên derve ya Iraqê, bi daxûyaniyekê raghand: Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê vî welatî, duh, sêşemiyê tev Setam Cedan El-Deneh, balyozê Sûriyê li Iraqê hevdîtin pêk anî û peyama Welîd Muellim wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara vekirina derbasgeha sînorî yên her du welatan,wergirt.
Li gorî vê daxûyaniyê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê li vê hevdîtinê, ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevdengiya li helwêsên du welatan got: ji bo çareserkirina qeyrana welatên erebî, divê rêçareyên siyasî bikar bînin.
Setam Cedan El-Dendeh, balyozê Sûriyê li Iraqê jî ji helwêstên Bexdayê ji bo piştgiriya ji rêçareya siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêşewazî kir û li bara elaqa Şamê bo xurtkirina hevkariyên tev Bexdayê agahî da.
BûKemal ku ketiye başûrê rojhilata parêzgeha Dêrazorê, yek ji derbasgehên giringe sînorî yên her du welatên Iraq û Sûriyê ye ku bi piştgiriya Emerîkayê ev derbasgeha bin kontrola DAIŞ`ê de bû lê bi dagirkirina bajarê Bûkemalê ji aliyê hêzên sûrî û bajarê Qaimê li rojava parêzgeha Enbarê ji aliyê hêzên iraqî rastî işkestê hat.