IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê ji Iraqê xwest ku derbasgeha sînorî navbera her du welatan de veke

Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê li peyamekê bo hevtayê xwe yê iraqî, ji vî xwest ku bi hevkariya dualî,rewşê ji bo vekirina derbasgeha sînorî navbera her du welatan li parêzgeha Enbarê û bajarê Bûkemalê xweş bike.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê El-Ehrayê, Wezareta karên derve ya Iraqê, bi daxûyaniyekê raghand: Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê vî welatî,  duh, sêşemiyê tev Setam Cedan El-Deneh, balyozê Sûriyê li Iraqê hevdîtin pêk anî û peyama Welîd Muellim wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara vekirina derbasgeha sînorî yên her du welatan,wergirt.

Li gorî vê daxûyaniyê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê li vê hevdîtinê, ser pêwîstiya  xurtkirina  hevkarî û hevdengiya  li helwêsên  du welatan got: ji bo çareserkirina qeyrana  welatên erebî, divê rêçareyên  siyasî bikar bînin.

Setam Cedan El-Dendeh, balyozê Sûriyê li Iraqê jî ji helwêstên  Bexdayê ji bo piştgiriya ji rêçareya siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêşewazî kir û li bara elaqa Şamê bo xurtkirina hevkariyên tev Bexdayê agahî da.

BûKemal ku ketiye  başûrê rojhilata  parêzgeha  Dêrazorê, yek ji derbasgehên  giringe sînorî yên her du welatên Iraq û Sûriyê ye ku bi piştgiriya Emerîkayê ev derbasgeha  bin kontrola DAIŞ`ê de bû lê bi dagirkirina  bajarê Bûkemalê ji aliyê hêzên sûrî û bajarê Qaimê li rojava  parêzgeha  Enbarê ji aliyê  hêzên  iraqî rastî işkestê hat.

Başa dön tuşu