NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye ji NYê xwest êrîşên Îsraîlê rawestîne

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî (NY) dike, rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê bigire.

Wezareta Derve ya Sûriyê di du nameyan de ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz kir ku bi berpirsyartiya xwe rabin û derbarê êrîşên Îsraîlê li ser wî welatî rêkarên pêwîst bigirin ber.

Hikûmeta Sûriyê di nameyên xwe de dibêje, êrîşên Îsraîlê yên dijminane, bê piştevaniya Amerîka berdewam nedibûn, ji ber vê yekê jî divê gavên pêwîst bêne avêtin û rêgirî li wan êrîşan bê kirin.

Herwiha dibêje, armanca wan êrîşan, dirêjkirina krîza Sûriyê û bilindkirina morala teroristan e.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got 6 balefirên Îsraîlê yên F-16 derdora Şamê bombebaran kir û ev yek jî binpêkirina serweriya Sûriyê û biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ye.

Başa dön tuşu