Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê nameyên itirazê şandine NY û Konseya Ewlehiyê

Wezareta karên derve ya Sûriyê li pey êrîşên bi topên hawanê yên têrorîstan li ser du dibistanan li Heleba bakûrê Sûriyê ku di encamê da 10 xwendekarên vî welatî hatin kuştin, du nameyên itirazî ji bo sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê saziyê ra şandin.

Li gorî rapora Fars News`ê, wezareta karên derve ya Sûriyê roja yekşemiyê li van du nameyan destnîşan kir: Dewama cinayetên têrorîstan nîşan dide ku piştgiriya ji têrorîsmê bûye siyaseteke bingehîn û berdewam li tevgerên navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY jî bêyî ku cinayetên têrorîstan şermezar bike, wan pînen dike.

Li van du nameyan hatiye bibîrxistin ku Sûriye hêvîdar e piştgiriya ji têrorîsmê û alîklariya malî bo têrorîstên ku dibistan û nexweşxaneyan idin ber êrîşên xwe , were rawestandin.

Çeteyên têrorîst sibeha roja yekşemiyê du dibistan li Helebê dane ber êrîşên bi topên hawanê ku li van êrîşan 10 xwendekarên sûrî hatin kuştin û zêdetir ji 50 kesî jî birîndar bûn.

Li pey serketina hêzên sûrî li bereyên cûrbicûr ên Helebê û têkçûna têrorîstan, çeteyên têrorîst berê xwe dane kuştina welatiyên sivîl.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu