NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê parastina esmanên xwe bihêz dike

Hikûmeta Sûriyê hewil dide nûtirîn sîstema dijî mûşek û êrîşên esmanî ji Rûsyayê bikre.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de ji medya Venezûellayê re ragihand, ku ew niha ji bo kirîna nûtirîn sîstemên dijî mûşek û firokeyan gotûbêjan bi Rûsyayê re dikin.

Esed got ku ew dixwazin bi vê yekê rûbirûyî gefên Amerîka û Israîlê bibin.

Di bersiva pirsekê de li ser bidestxistina sîstema dijî mûşekan Esed dibêje; “Em bi Îsraîlê re di rewşa şer de ne, ji ber vê yekê em dixwazin ew sîstem li cem me hebin. Ev tiştekî sirûştî ye. Ji ber ku dibe Amerîka careke din êrîşî Sûriyê bike. Bi taybetî piştî êrîşa vê dawiyê li ser Balefirxaneya Şueyrat egera êrîşan zêde bûye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu