NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîye: Pişkdarîya Tirkîyê li civîna Astanê ji destwerdana serbazî xirabtir e

Wezîrê aştîya netewî ya Sûrîyê ser vê bawerê ye ku rewşa konfiransa Astanê jibo muzakireyên dewleta Sûrîyê û neyarên wê heta niha erênî nine ji ber ku Tirkîye hela jî rastbêj nine û bi dû armanc û berjewendîyên xwe ye.

Elî Heyder wezîrê aştîya netewî ya Sûrîyê li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Tasnim`ê, li bara hewldanên Ûrsêtê jibo lidarxistina civîna Astanê û alîyên ku dikarin têda pişkdar bin nemaze asta neyarên sûrî got: Di rastîyê da delweta Sûrîyê razîbûna xwe li bara pişkdarîya li civîna Astanê nîşan daye çawan ku berî vîya jî li bara Jênêvê û civînên yekem û duyem ên Moskovê razîbûna xwe dîyar kir, bi nêrîna erênî û ne li gorî nêrîna bawerkirina tam têkildarî vîya ku ev rêya mimkin e bibe sedema çareserkirina qeyrana Sûrîyê.

Wî li dewama xeberdana xwe got ku rêya çareserkirina alozîya Sûrîyê ji du mêhweran va derbas dibe, yek têkoşîna li hemberî têrorîsmê û ya din pêvajoya aştîya navxweyî ku em wê pêşda dibin û bingeheke qahîm jibo gotûbêjên alîyên sûrî di pêşerojê da pêk tine lê ji hêla erênî ya meseleyê va, tu astengîyek ser rêya rizamendîyê tineye ta ku alîyên din bi dû hecetan nebin û nebêjin ku dewleta Sûrîyê ye ku gotûbêjan qebûl nake û astengîyan derdixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu