Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim di koneferanseke çapemeniyê de ragihand ku pêkhateya kurd a Sûriyeyê jî, naxwaze Sûriyeyê dabeş bike û teqez kir ku “piştî şerê terorê, em û kurdan dê bigihêjin lihevkirinekê.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim konferansekek çapemeniyê li dar xist û tê de bersiva pirsyareke peyamnêrê Sputnikê li ser hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê de da.
Muelimî wiha got, “Wek min gotibû ku sînor ji neyariya Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê re tine ne. Dikarin her tiştî bikin lê pirsyar ew e, gelo dê bi ser kevin? Ez teqez dikim ku piraniya sûriyan qebûl nakin ku welatê wan bê dabeşkirin, kurd jî di nav de.”
Herwiha wezîrê sûrî teqezî li ser yekîtiya gelê Sûriyeyê kir, “çi ji pêkhateya kurdî be, çi ji pêkhateya eşîran be” û wiha pê de çû: Em yek gavê jî neavêjin ku bibe sedema çandina şerê navxweyî li welatî. Min derbarê pêkhateya kurdî de got, ‘ez piştrast im ku em û wan dê bigihêjin lihevkirinekê, piştî em têkoşîna li dijî terorê bi dawî bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)