Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Dewleta vî welatî qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Astana paytexta Qezaqistanê beşdar bibe.
Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê îro pênşemê her wiha got: Dewleta Sûriyê micid e bi mekanîzmekê rê li ber kuştina xelkê bêguneh li Sûriyê bigire.
Konseya ewlehiyê ya NY şemiyê şevê bi pejirandina biryarnama pêşniyarkirî ya Rûsiya û Tirkiyê jibo damezrandina agirbesê li Sûriyê piştgirî da rawestandina pevçûnan, lezgînkirina gihandina alîkariyê bo xelkê ziyandîtî ji ber şêr li navçên curbicur ên Sûriyê û her wiha muzakirên pêşerojê li Astana paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê
Li gorî vê biryarnamê, agirbes serasnerê axa Sûriyê xêncî du grûpên terorîstî yên bereya el-Nusre û DAIŞê digre ber xwe .
Piştî hevdîtin û gotûbêjên wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Moskowayê sê aliyan daxûyaniyek weşandin ku li gorî wê civîna gotûbêjên dewletê û neyarên sûrî li meha Çillê li Astanê dê were lidarxistin. Grûpên çekdar civîna Astanê boykot kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)