NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Qezaqistanê beşdar bibe

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Dewleta vî welatî qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Astana paytexta Qezaqistanê beşdar bibe.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê îro pênşemê her wiha got: Dewleta  Sûriyê micid e bi mekanîzmekê rê li ber  kuştina xelkê bêguneh li Sûriyê bigire.

Konseya ewlehiyê ya NY şemiyê şevê bi pejirandina biryarnama  pêşniyarkirî ya Rûsiya û Tirkiyê jibo damezrandina agirbesê li Sûriyê piştgirî da rawestandina  pevçûnan, lezgînkirina  gihandina alîkariyê bo xelkê ziyandîtî ji ber şêr li navçên curbicur ên Sûriyê û her wiha  muzakirên  pêşerojê li Astana  paytexta  Qezaqistanê li bara Sûriyê

Li gorî  vê biryarnamê, agirbes serasnerê axa  Sûriyê xêncî du grûpên terorîstî yên bereya el-Nusre û DAIŞê digre ber xwe .

Piştî hevdîtin û gotûbêjên wezîrên  karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Moskowayê sê aliyan daxûyaniyek weşandin ku li gorî wê civîna  gotûbêjên dewletê û neyarên sûrî li meha Çillê li Astanê dê were lidarxistin. Grûpên  çekdar civîna  Astanê boykot kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu