IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê ji Yekitiya Ereban xwest ku soza vê yekitiyê derheq mudaxilenekirina welatên erebî li karûbarên hev ji nû ve cih bînin

Li gorî rapora televîzyona dewleta Iraqê, El-Iraqiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê li 28mîn civîna rayedarên  Yekitiya Ereban li Urdinê bal kişand ser mayîna eskerên Tirkiyê li bakurê Iraqê û daxwaza  helwesta hevgirtî ya welatên erebî li hember destdirêjiya ser serweriya neteweyî ya Iraqê kir û got: Divê hakimiyeta neteweyî û mudaxilenekirina li karûbarên welatên erebî weke cixîza sor a Yekitiya Ereban bibe.

Heyder Ebadî her wiha diyar kir: Iraq niha ji her demê hevgirtîtir e û ger hevgirtinek di nava Iraqê de tineba, ev welata nedikarî li hember grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi ser keve.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Dewlat vî welatî kariye ku milyonek û 600 hezar awareyan di nava  Iraqê, piştî azadiya navçên wan ji bin lepên grûpa terorîstî ya  DAIŞê vegerîne bajêr û warê xwe

Di eynî demê de, Îbahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê jî li kêleka civîna rayedarên ereban li Urdinê di nav koma nûçegihanan de bal kişand ser vê yekê ku  piraniya endamên DAIŞê ji welatên  erebî hatine Iraqê û ji van welatan xwest ku  nehêlin gelê Iraqê bi DAIŞê wan nas bikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku  ev welata  li rawestana li ber terorîzmê hevcedarê alîkariya hemî welatên erebî ye û destnîşan kir: Serketinên vê dawiyê yên hêzên iraqî li hember terorîstan tenê jibo Iraqê nîne belkî jibo hemî cîhanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu