Wezareta karên derve ya Sûriyê li du nameyên cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê Konseya ewlehiyê daxwaza cizakirina Rejîma Siyonîstî ji ber êrişa ser axa Sûriyê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Sûriyê roja înê li berteka li hember êrişa Rejîma Siyonîstî ser balefirgeha eskerî li Şamê li du nameyên cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehiyê ragihand ev êrişa li çarçêva êrişên berdewam ên vê rejîmê ji destpêka şer li Sûriyê û binpêkirina serweriya vî welatî, serbixwetî û yekperçetiya erdê wê cih hat.
Wezareta karên derve ya Sûriyê tekez kir êrişên Îsraîlê ser Sûriyê di nav rêxistinên îstixbaratî yên Fransayê, Brîtanyayê, Emerîkayê û kirêgirtiyên wan li Erebistan, Tirkiye, Qeter û welatên ku dil hebûn ser Sûriyê û navçê serdest bibin, plankarî bûye û cih hatiye.
Wezareta karên derve ya Sûriyê li van nameyan tevî sekinîna ser girtian pêşiya êrişên Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê ragihand: Êrişa siyonîstan ser balefirgeha eskerî ya El-Mezeyê ji ber işkesta grûpên terorîstî li Sûriyê bitaybet li Helebê bûye û bêyî piştgirî û çirayê kesk a Emerîkayê û rayedarên Fransa û Brîtanyayê êrişeke wiha nedihate kirin..
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî jibio piştgiriya ji terorîstan û pêkanîna pirsgirêkan ser riya rawestana li ber terorîzmê, pênşemiyê şevê balefirgeha eskerî ya El-Mezeyê ya Şamê kirin hedef ku bû sedema agirgirtina wê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)