CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye sûcên ku terorîstan kirine wê bibin dadgeha navdewletî

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Necm Ahmed ji bo Sputnikê axivî û dest nîşan kir ku belgeyên ku sûcên terorê yên bi piştgiriya hinek welatên Ereb û derve li hemberî gel û dewleta Sûriyeyê piştrast dikin, hatine komkirin û serlêdanên pêwîst ên ji bo dadgeha navdewletî wê di demeke kin de were kirin.

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Necm Ahmed di gotûbêja xwe ya ji bo Sputnikê de daxuyand ku belgeyên ku sûcên li dijî gel û dewleta Sûriyeyê piştrast dikin, hatine komkirin û wê di demeke kin de ji bo vekirina dozê serî li dadageha navdewletî bidin.

Ahmed da zanîn ku belgeyên ku li Wezareta Dadê ya Sûriyeyê hatine komkirin, ji aliyê komîteyên edlî û bijîşkan ve hatine piştrastkirin û derbirî ku belgeyên ku piştgiriya hinek welatên Ereb û welatên derve ya ji bo terorîstan îspat dikin jî li ber destê wan hene.

Wezîrê Sûriyeyî diyar kir ku sûcên li nava welêt ji aliyê terorîstan hatine kirin li dadgeha sûcên giran a tên dîtin û ji destpêka dema şer û vir ve çend caran biryara efûyê hatiye derxistin û hat destnîşankirin ku ‘gelek kesên ku ji efûyê sûdwergirtin bvegeriyane jiyana xwe normal, hinek jî beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûne.”

Ahmed bibîrxist ku Sûriye beriya qeyranê di warê îstiqrara ewlehî, siyasî, aborî û civakî de di rêza sêyemîn a cîhanê de cih digirt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu