NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê: Tirkiye axa Sûriyê dagir dike

Buseyna Şaban ragihand ku Tirkiyeyê li Efrînê hiqûqa navdewletî binpê kiriye û ew Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyê weke dagirkerekê ye.

Buseyna Şaban li Moskovaya Rûsyayê axivî. Şêwirmenda Esad ragihand ku rejîma Tirkiyeyê destûr da ku terorsît derbasî nav Sûriyê bibin û wiha got, ‘Piştî ku bi binketin îcar wê bi xwe midaxeleyî Bakûrê Sûriyê kirin. Tirkiyeyê rêkeftina Astanayê jî binpê kir û li pêşiya binketina terorsîtan rêgiriyê dike. Divê Netewên Yekgirtî Enqereyê şermezar bikin.’

Şaban herwiha ragihand ku Şamê li ser operasyona li dijî Efrînê ti îstîşare li gel Tirkiyeyê nekirine.

Şêwirmenda Esad wiha axivî: ‘Tirkiye li Sûriyê di rewşeke dagirker de ye û rêkeftinên tên kirin jî ji bo veşartina êrişkariya xwe bikar tîne. Hewldanên Tirkiyê bi xebatên Rûsyayê yên ji bo yekgirtina axa Sûriyê re di nav nakokiyê de ne. Em ê li hemberî her êrişkariyekê têkoşîna xwe bidomînin.’(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu