ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîye û Îran li şerê dijî têrorîsmê li kêleka hev in

Li gorî rapora televîzyona Al Axbariyê, Bişar Esed serokomarê Sûrîyê îro li peywendîya telefonî ligel Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, êrişên têrorîstî yên duh li Têhranê şermezar kirin.

Serokomarê Sûrîyê pêkutî kir: Bikaranîna van şêwazên rezîl encama işkesta têrorîstan li warê derbelêdana li Îranê û gelê vî welatî ye.

Bişar Esed herwiha got: Têrorîst jibo cebirandina işkestên xwe li herêmê, têrorê dikin û ji wê bona guhertinên sîyasî ser xêra xwe sûdê werdigirin.

Bişar Esed herwiha li ser hevgirtina tam a dewlet û gelê Sûrîyê ligel dewlet û gelê Îranê sekinî.

Duh 4 têrorîstên çekdar bi kincên jînan hewl dan bikevin avahîya Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê ku bi hêzên parêzvan re rûbirû bûn, di encama pevçûna di navbera her du alîyan da, xwekujekî xwe teqand û 3`yên din jî bi gulleavêtina bêarmanc li qatên sê û çar ên avahîya idarî ya meclisê, bi destê hêzên parêzvan hatin kuştinê.

2 têrorîstên çekdar jî derbasî avahîya tirba Îmam Xumêynî (RE) li başûra Têhranê bûn û dest bi gulleavêtinê kirin ku têrorîstekî xwe teqand û yê din jî bi destê hêzên parêzvanê avahîya tirbê hat kuştinê. Di encama van êrişan da 17 kes şehîd û 43 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu