NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestîya tam a artêşa Sûrîyê ser devera zankoyên serbazî li başûra Helebê

Artêşa Sûrîyê karî ku kesên çekdar li taxên rojhilata Helebê dorpêç bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, artêşa Sûrîyê bi azadkirina zankoyên serbazî li mêhwera Ramose li bereya başûra Helebê, careka din taxên rojhilata Helebê xistin bin kontrola xwe.

Rayedarekî serbazî yê Sûrîyê ji Rûsiya El-Yewmê ra got ku Yekîneyên artêşa Sûrîyê û komên hevpeyman karîn ku zankoyên hewayî-teknîkî û 2 zankoyên çek û topxanê li devera Ramosê di encama pevçûnên giran li hemberî kesên çekdar azad bikin.

Wî rayedarê serbazî yê sûrî herviha got ku bi saya serdestîya li zankoyên serbazî hemî rêkên hatin û çûyînê û xetên gîhandina alîkarîyan jibo têrorîstan ji derdora başûra Helebê ber bi Ramosê û taxên rojhilata Helebê tên girêdanê û komên têrorîst li Ramosê ji van taxana cida dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu