EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanîstanê bi moşekan êrişî balafirxaneyê kirin: 4 kuştî 11 birîndar

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Nacib Daniş di daxuyaniya xwe de ragihand ku 3 kes li herêma Kaleyî Mîr Ebbas a Kabîlê bi moşekan êrişî Balafirxaneya Navneteweyî ya Kabîlê kir û li ser vê li herêmê operasyon hat destpêkirin.

Nacib Daniş di berdewamiya axaftina xwe de got: “Piştî êrişê hersê êrişkar ketin malekê û bi seetan şer û pevçûn dewam kir. Di encama êrişa moşeka êrişkaran de ku li malekê de ket de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn. Di operasyonê de hersê êrişkar jî hatin kuştin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu