NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyeyiyên li kampên penaberên Urdunê vedigerin

Ajansa fermî ya Sûrî SANA ragihand, hejmareke mezin ji malbatên Sûrî yên aware li kampên penaberan li Urdunê vegeriyane welat.

Peyamnêrê SANA ragihand ku gelek malbatên aware li kampên penaberan li Urdinê ji deriyê sînorî yê Nesîb re derbas bûne û vegeriyane gundên xwe yên ji destê terorê hatine rizgarkirin.

Hikûmetên Şam û Beyrûtê li hev kirin ku penaberên Sûrî yên li Libnanê dikarin bi ewle û bi hêsanî vegerin welatê xwe.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Seyîd Hesen Nesrullah şeva borî li ser rewşa Sûriyê daxuyaniyek da û got, li piraniya navçeyên Sûriyê ewlehî hatiye avakirin û penaberên Sûriyê dikarin vegerin welatên xwe. wî got.

Başa dön tuşu