IraqNûçeRojhilatanavin

Suryanî jî li Mûsilê şerê DAIŞê dikin

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku ji terefê artêşa Iraqê ve tê meşandin kete roja 9emîn. Suryaniyên Iraqê jî di nava Hêzên Pêşmerge de li sengeran şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin. Yek ji şervanê suryanî Eli Xalit ku di nava Peşmergeyan de şerê DAIŞê dike ji nûçegihanê ajansa Spûtnîkê re axivî û got: “Derdora 500 şervanên suryanî tevlî operasyona Mûsilê bûne û bi Hêzên Pêşmerge re şerê DAIŞê dikin. Em ê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê derînin û asuriyên li bajêr rizgar bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu