Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku ji terefê artêşa Iraqê ve tê meşandin kete roja 9emîn. Suryaniyên Iraqê jî di nava Hêzên Pêşmerge de li sengeran şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin. Yek ji şervanê suryanî Eli Xalit ku di nava Peşmergeyan de şerê DAIŞê dike ji nûçegihanê ajansa Spûtnîkê re axivî û got: “Derdora 500 şervanên suryanî tevlî operasyona Mûsilê bûne û bi Hêzên Pêşmerge re şerê DAIŞê dikin. Em ê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê derînin û asuriyên li bajêr rizgar bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Suryanî jî li Mûsilê şerê DAIŞê dikin
