AsyaCîhanNûçe

Li Srî Lankayê 146 kesan di bobelatê de can da

Di encama bobelata li welatê Başûrê Asyayê Srî Lankayê de hat ragihandin ku hejmara mirîyan gihîştiye 146 kesan.

Di rapora Rêveberîya Navenda Afatê ya Srî Lankayê de hat eşkerekirin ku di encama bobelata roja borî ya ku ji ber şilîya zêde bûye sedema şape û lehîyan de, 146 kesan can daye û 12 kes jî hîn winda ne.

Di raporê de hat gotin, ji ber rewşa xerab a hewayê 52 kes birîndar bûne û lehî û şapeyan bandor li ser 442 hezar û 299 kesan kiriye.

Herwiha hat diyarkirin, bi kêmî 100 hezar kes jî ji malên xwe aware bûne û ji bo hin deverên ava rûbaran bilind bûye jî biryara tehlîyekirinê hatiye standin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu