Rîçard Morfî, alîkarê wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê: Kiryarên li dijî Îranê yên Koşka Sipî bê encam bûne
Raydarê berê yê emerîkî, siyasetên li dijî îranî yên koşka Sipî bê encama dan zanîn.
Rîçard Morfî, alîkarê wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê, roja Şemiyê li gotûbêja bi IRNAyê re, hewldana Dewleta Trump serokkomarê Emerîkayê ji bo pêkanîna nearamiyê li nav Îranê fikreke pûç da zanîn û got ku bernama koşka sipî ji bo pêkanîna aloziyê li Îranê bêencam e.
Vî rayedarê berê yê Emerîkayê bal kişand ser bêencambûna nihêrîna dewleta Trump li dijî Îranê û got: Tundrê li koşka sipî di ser postên hestyar de ne, lê eva ku bixwezin gelê Îranê han bidin bo guherîna nizama vî welatî, bêhûde ye.
Li gorî gotina Rîçard Morfî, piştgiriya rayedarên dewleta Trump ji koma terorîstî ya Munafiqan nayê pînekirin.
Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Emerîkayê, pêştir li helwstên xwe yên li dijî Îranê, piştgirî dabû koma terorîstî ya Munafiqan.
Civîna salane ya koma Munafiqanê li Parîsê hat lidarxistin ku şêwirmendên nêzîkî serokkomarê Emerîkayê li vê civînê beşdariyeke aktîv hebûn.
Koma terorîstî ya Munafiqanê, bi piştgiriya Emerîka û Rejîma Siyonîstî li operasyonên cur ibi cur ên terorîstî li salên buhurî , nêzîkî 17 hezar welatiyên îranî teror kiriye.