ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku Muqteda Sedr çû Îranê

Bingehên iraqî yên nûçeyan ragihandin ku Muqteda Sedr, rêberê bereya Sedr`ê seredana Îranê kir.

Bingehekî agehdar îro duşemê ragihand ku Muqteda Sedr, rêberê bereya Sedr`ê seredana Îranê kir û niha li Têhranê ye.

Vê bingehê ragihandiye ku seredana Sedr bo Îranê nişkêvayî bûye û bernama vê seferê ji berê nehatiye ragihandin.

Hatiye ragihandin ku ev sefera li hevçaxê zêdebûna kirîza siyaî li Iraqê pêk hatiye.

Ajansa nûçan a Wai`ê jî ragihand ku Muqteda Sedr ji Bexdayê çûye Necefê û ji wir pê firokeyeke îranî seredana Têhranê kiriye.

Sedr li halekî seredana Îranê kiriye ku alîgîrên wî li meşên xwe yên van çend mehan daxwaza cihanîna rêforman li nav Iraqê dikin.

Sedr daxwaza pêkhatina dewleteke teknokirat bêyî berçavgirtina par û pişkên partiyan dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu