FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Birêketina civîna rawêjkariya “Roja Nikbetê“ li Bêyrûtê

Civîna rawêjkariyê ya “Roja Nikbetê“ (Roja reş û riswa) bi pişkdariya nûnerên saziyên medenî yên zêde ji 40 welatên cîhanê ku li babeta berevaniya ji berxwedana Filistînê dixebitin li Bêyrûta paytexta Lubnanê karê xwe destpê kir.

14`ê meha Gulana sala 1948`an salroja damezirandina rejîma cinayetkar û sexte ya Siyonîst e û gelê Filistînê vê rojê wekî Roja Nikbetê yan roja Reş dizanin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Quds`ê, Seyîd Ebulqasim Rehîmiyan sekretirê giştî yê Yeketiya Navnetewî ya Tezelaw û Xortên neyarê dagîrkeriyê li civîna rawêjkariyê ya Roja Nikbetê li Bêyrûtê bal kişande ser pêgiriya Îmam Xumêyînî (Rehmeta Xwedê lê be) Xîmdarê Inqilaba Îslamî ya Îranê û Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilabê ser piştevaniya ji gelê Filistînê hetanî serketina sereke li hemberî Rejîma Siyonîst û ragihand ku Roja Nikbetê roja dagîrbûna axa gelê Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîst e û pêwîste ku gelê misilman vê rojê jibîr nekin.

Rehîmiyan bal kişande ser xisletên destdirêjkeriyê yên Rejîma Siyonîst ku pê tirsandina xelkê, kiryarên hovane û kuştin û qirkirina gelê Filistînê dixwaze wan ji mal û welatê xwe derxîne û got: Pêwîst e ji zirûfên heyî li hemû civînên sporî û torên civakî bona axaftina li ser Filistînê û şirovekirina bindestiya filistîniyan li hemberî destdirêjiyên Rejîma Siyonîst behre bê girtin.

Civîna rawêjkariyê ya Roja Nikbetê bo mudeha 3 rojan karê xwe li Bêyrûta paytexta Lubnanê destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu