IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê du gundên din rizgarkirin

Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de Artêşa Iraqê du gundên din bi navê Tel Wayî û Umer Kan bakurê şûnwarên Nemrûd kontirolkirin.

Derbarê vê yekê şaneya şer a operasyona Em Hatin Neynewa daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Operasyona li dijî çekdarên DAIŞê bo rizgarkirina Mûsilê berdewame, da zanîn ku, her du gundê Tel Wayî û Umer Kan ji destê DAIŞê rizgarbûn.

Herwiha li gor daxuyaniya çaneya ragehandinê a şer ew her du gund dikeve bakurê şûnwarên bajarokî Nemûr yê dîrokî.Aşkere kir ku, Artêşa Iraqê alaya wî welatî li ser wan gundan bilind kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu