CîhanEwropaNûçe

Li Amerîkayê êrîşa çekdarî

Hat ragihandin ku li nexweşxaneyeke New Yorka bajarê Amerîkayê êrîşkarekî bi tivingê gule berî der û dorê dan û hin kesên ku di êrîşê da birîndar ketin hene.

Di daxuyaniya polêsên New Yorkê da hat destnîşankirin ku li gor îxbarê li nexweşxaneya Bronx Lebanonê êrîşa çekdarî çêbûye û ji welatiyan hat xwestin ku bira ji der û dora nexweşxaneyê dûr bisekinin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo bêtesîrkirina êrîşkarê ku hê bi sîlaha xwe va di nexweşxaneyê da ye polêsan nexweşxane dorpêç kirin û operasyon dan destpêkirin.

Medyaya DYAyê wek çavkanî çavkaniyên nexweşxaneyê nîşan da û diyar kir ku gelek kesên di nav wan da doxtor jî hene birîndar ketin.

Di xeberan da tê îdiakirin dibe ku êrîşkar xebatkarê nexweşxaneyê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu