EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Esed Nîşana Legion of Honour a Fransayê zivirand

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê şeva buhurî bi nîşana nerazîbûna li hemberî pişkdarîya Parîsê li êrişa vê dawîyê ya ser wî welatî, Nîşana Legion of Honour a Fransayê ser da zivirand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê bi rêya balyozxana Romanyê li Şamê ku parêzvanîya berjewendîyên Fransayê li Sûrîyê dike, ew nîşana zivirande firansîyan.

Çavkanîyekî li nivîsgeha serokomarîya Sûrîyê ragihand ku ne hêjayî Bişar Esed e ku nîşana rêjîmekê cem wî hebe ku koleya Amerîkayê ye, welatê ku pişta komên têrorîst li Sûrîyê digire û qanûnên navdewletî bi awayekî aşkira binpê dike.

Jak Şîrak (Jacques Chirac) serokomarê berê yê Fransayê di sala 2001`ê de dema seredana Esed a Parîsê ew nîşana pêşkêşî wî kiribû.

Nîşana Legion of Honour nîşana herî pilebilind a şanazîyê ya Fransayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu