ÎranNûçeRojhilatanavin

Bernameyên Yewmullaha 1ê Sibatê; salvegera hatina îmam Xumêynî (Re) bo Îranê

Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya Parêzgeha Têhranê tevî şirovekirina bernameyên Yewmullaha 12ê Behmenê (1ê Sibatê), got: “Gelê înqilabî yê parêzgeha Têhranê bi amadebûna li tirba pîroz a îmam Xumêynî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê digel ramanên îmam Xumêynî (Re) peymaneka dubare girêdidin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê Konseya Hevahengiya Teblîxata Îslamî ya Parêzgeha Têhranê, hucet ul-islam wel muslimîn Muhsin Mehmûdî got: “Axaftina girîng a îmam Xumêynî (Re) di roja 12ê Behmena sala 1357an a Koça Tavî (1Ê Sibata sala 1979an) li Goristana Bihişta Zehreyaê yek ji xalên dîrokî yên Înqilaba Îslamî ya îranê ye û cihê rûniştina wî li Bihişta Zehreyaê dê wek semboleka Înqilaba Îslamî, gul lê bên barandin”.

Mehmûdî her wiha got: “Rêzgirtina gelê înqilabî yê Îranê li pişka 17an a tirbên şehîdan a Bihişta Zehrayê li ramanên îmam Xumêynî (Re), rêjeya motorsiwaran, gulbarana riya çûyîna îmam Xumêynî (Re) ji Firokexaneya Mêhravayê heta goristana Bihişta Zehrayê, lêdana Naqûsa Kilîseyan, bernameyên taybetî kêmîneyên olî, lêdana zengilê Înqilabê li dibistanan û cihanîna bernameyên cûrbicûr ji aliyê hunermend û werzişkaran ji bernameyên din ên Navenda Deheya Fecrê ya Înqilaba Îslamî ne”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu