CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

DEAŞ Îngîltere, Almanya û Fransayê tehdît kir

Hat ragihandin ku DEAŞ bang li terorîstên xwe kiriye ku di sersalê de, di Noela Xîrîstiyanan de, êrîş bikin ser Îngîltere, Almanya û Fransayê.

Li gor nûçe ya The Epooch Timesê; wêneyên ku ji aliyê BlackOpsê de hatine bidestxistin, di wan de nîşan hene ku berya Noelê êrîş bikin ser van welatên navborî. Di wêneyan de, gotinên “di nêzde di tatîlên we de”, bi zimanê Îngîlîzî, Almanî û Fransizî hene. Di yek ji posterên wan de, li ber Eyfela Parîsa Fransayê di destê êrîşkarekê de kêr heye. Di postereka dinê de, li payîtexta Brîtanya li Londrayê, di caddeya qelebalix ya bi navê Regent Streetê de, êrîşkarek li ber Noel Baba çok daniye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu